Bazên Zagrosê: Me li Urmiye û Seqizê êrîşî hêzên Îranê kir

12-08-2022
RÛDAW
Pêşmergeyên Bazên Zagrosê li ser çiyayeke Rojhilatê Kurdistanê. Grafîk: Rûdaw
Pêşmergeyên Bazên Zagrosê li ser çiyayeke Rojhilatê Kurdistanê. Grafîk: Rûdaw
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Pêşmerge Bazên Zagrosê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê bajarên Urmiye û Seqiz ên Rojhilatê Kurdistanê, pêşmergeyên Bazên Zagrosê êrîşî bingehên serbazî yên Îranê kirin.

Êrîşek duh Pêncşembê 11ê Tebaxê li bajarokê Dizê ya Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê ve hatiye kirin.

Grûpa Hekolanî Zagros anku Bazên Zagrosê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera wê grûpê hatiye belavkirin, berpirsatiya êrîşa li ser bingeha serbazî ya Îranê li Mirgewer a Urmiyê gitre stûyê xwe û dîmenên wê êrîşê belav kirin.

Di daxuyaniya Bazên Zagrosê de tê gotin, şeva Pêncşembê “Bazên Zagrosê êrîşî binkeya Dizê ya Mirgewerê ya hêza serkûtkar a Komara Îslamiya Îranê kirin. Fermandar û kirêgirtiyên wê binkeya rejîmê destekî mezin di êşandina xelkê Dize ya Mirgewer û navçeyê de hene.”

Çavkaniyên xwecihî yên ji Dizê ya Mirgewerê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihandin, teqe li bingeha pasevanên sînor a li wî bajarokî hatiye kirin, lê bi gotina wan çavkaniyan aliyê êrîşkar nehatiye naskirin.

Derbarê zirarên muhtemel ên êrîşê de ti agahî nehatine belavkirin.

Li Seqizê jî êrîşî hêzên Îranê hat kirin

Roja Çarşembê 10ê Tebaxa 2022an li sînorê navçeya Seqizê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî êrîşek li dijî hêzên Îranê hatibû pêkanîn.

Li gor agahiyan, binkeya Supaya Pasdaran a li ser rêya Serşîw û nêzîkî gundê Qişlaqa Pir ku dikeve ser rêya Seqiz-Merîwan-Baneyê ketiye ber êrîşê.

Bazên Zagrosê berpirsatiya êrîşa li Seqizê jî girte ser xwe û ragihandiye, “bi roketan êrîşî binkeya Supaya Pasdaran” hatiye kirin.

Bazên Zagrosê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrîşa li Seqizê dibêje, “Saet 02:30 şeva Çarşembê komeke ji Bazên Zagrosê binkeya Qole Çomaxekan a Supaya Pasdaran li gundê Qişlaqa Pirê li cadeya Serşîw kirin armanca êrîşeke bi xof. Ji ber wê êrîşa çaverênekirî ya Bazên Zagrosê, çekdarên rejîmê mat man û nekarîn di dema êrîşê de ti bertekekê nîşan bidin.”

Berpirsên hikumî û serbazî yên Îranê di derbarê herdu êrîşên li Urmiyê û Seqizê de hêj ti daxuyanî nedane.

Bazên Zagrosê sala 2015ê hatiye damezrandin û endamên wê nenaskirî ne. Di danasîna xwe de Bazên Zagrosê dibêje, ji bo dabînkirin û parastina mafên gelê Kurd li Rojhlatê Kurdistanê, li dijî hêzên emnî û serbazî yên Komara Îslamiya Îranê çalakiyên çekdarî pêk tîne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst