Li Rojavayê Kurdistanê Hêzên Rûsî-Tirkî dewriyeke hevbeş encam dan

12-08-2021
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rûsya Tirkiye Dewriya Hevbeş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rûsya û Tirkiyê îro li nav xaka Rojavayê Kurdistanê dewriyeke din a hevbeş encam dan.

Li gor zanyariyên berdest îro demjimêrên pêş nîvro, hêzên serbazî yên Rûsya û Tirkiyê, li Rojavayê Kurdistanê li nêzikî sînorê Bakur, dewriyeke hevbeş encam dan.

Her li gor zanyariyan ew dewriya hevbeş bi beşdariya wesayîtên zirhî li herêma dikeve navbera Dirbêsiyê û gundê Şerikê birêve çû.

Piştî ku dewriyeya hevbeş li gundewarên rojava, başûr û rojhilatê navçeyê geriya vedigere vegere cihê xwe.

Di rêkevtina Soçî ya Rûsya û Tirkiyê di 22ê Cotmeha 2019an de, biryar hatibû dayîn li Rojavayê Kurdistanê li ser xeta sînorê li gel Bakurê Kurdistanê, hêzên herdu aliyan dewriyên hevbeş encam bidin.

Di vê çarçovê de, berî niha çendîn dewriyên hevbeş ên herdu dewletan birêve çûn ku rastî nerazîbûna xelkê Rojava hatibûn û hatibûn kevirbarankirin.

Artêşa Tirkiyê li gel grûpên çekdar ên ser bi opozisyona Sûriyê ve, piştî vekişîna Amerîkayê ji hejmareke navçeyên sînorî, êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin.

Di encamê de bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî ku di bin kontola şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bûn, ketibûn destê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst