Peykerê Hejar, helbestvanê netewî yê Kurd li Mihabadê hat şewitandin

12-08-2021
RÛDAW
Nîşan Mihabad Rojhilatê Kurdistanê Mamosta Hejar Peykerê Hejar Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, îro danê sibehî agir bi peykerê rewşenbîr û helbestvanê navdarê netewî yê Kurd, Mamosta Hejar ji aliyên hin kesên nediyar ve hat şewitandin û zirar gihîşt beşek ji wî peykerî.

Li gor agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê ve, îro Pêncşemê 12ê Tebaxa 2021 derdora demjimêr 02:30, li bajarê Mihabadê hin kesan hejmarek taker birine ber peykerê helbestvanê netewî yê Kurd, Mamosta Hejar û agir vêxistine û di encamê de agir bi beşek ji peyker ketiye. Tîmên agirvemirandina bajarê Mihabadê zû ji bûyerê hatine agahdarkirin û di demeke zû de digihin cihê bûyerê û berî ku zirareke mezin bigihe peykerê Hejar, dikarin agir kontrol bikin.

Ajansa nûçeyan a Haje ku ji hundirê Rojhilatê Kurdistanê ve nûçeyan diweşîne, ji zarê Rehman Ehmedî, Rêvebirê Rêxistina Agirvemirandina Mihabadê ve ragihandiye, nayê zanîn ku bikerên bûyerê kî ne, lê çendîn kamêrayên çavdêriyê li nêzîk cihê bûyerê hene û Şaredarî û Polîs dikarin di rêya wan kamêrayan re zanyariyan li ser bikerên bûyerê aşkere bikin.

Rehman Ehmedî herwiha gotiye, hêzên agirvemirandinê yên Mihabadê di demeke guncayî de gihîştin Çerxerêya Hejar û tê nedan peykerê mamosta Hejar gelek ziyan pê bikeve, lê ji ber dûkela tekeran, beşek ji rengê rûyê wê têk çûye.

Îsal û sala derbasbûyî jî gelek caran li bajarê Mihabadê, sivikatî bi peyker û ziyaretên kesayetên netewî yên Kurd ên wek Pêşewa Qazî Mihemed, Mamosta Hejar, Hûmin û Mamlê hatine kirin.

Heta niha ti kes li ser wan kiryar û bûyeran nehatine desteserkirin an sizadan. Di destpêka sala 2021 de, kes an hin kesên nenaskirî rengê reş rijandin ser gora Mihemed Mamlê, hunermendê netewî yê Kurd, li Girê Helbestvan û Hunermendên Mihabadê û gora wî têk dan.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst