Li Rojavayê Kurdistanê bêkarî

12-08-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Li Rojavayê Kurdistanê bêkarî
Li Rojavayê Kurdistanê bêkarî
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor texmînên desteya kar û karûbarên civakî ya rêveberiya xweser ji sedî 30 ciwanan bêkar in. Bêkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna derfetên kar bi gazin in

Di budceya sala 2021ê ya rêveberiya xweser de, ku 2472 miliyar lîreyên sûrî ne, 80 miliyar lîreyên sûrî jibo dîtina 7 hezar derfetên kar hat veqetandin, lê jiber xerçnekirina bodceyê heya niha kesek jî nehatiye damezrandin.

Xemgîn Xelîl 30 salî ye lê ji wiha mezinitir xûya ye, kul û derd bi qasî bajarekî weku Serê Kaniyê li piş xwe hiştiye û li vê derê li benda bidesxistina karekî ye. Xemgîn ku mala wî ya serêkaniyê di destê çekdaran de ye, karmendê firnexaneyê wî bajarî bû, lê niha koçberî Qamişlo bûye, him bê mal e û him jî bê kar e.

Karker Xemgîn Xelîl dibêje “Ez ji Serê Kaniyê me, dema em jê derketin, em rezîl bûn, ez nexweşim jî, dermanan bi 30 hezarî dikirim, kar tine, em ji demjimêr şeşê sibehê ve tên. Ev bû 20 rojên min ku ez bi lîreyekê jî neşuxilî me.”

Ne tenê Xemgîn, li gor texmînên Desteya Kar û Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser ji sedî 30 ciwanan bê kar in. Ji 40 heya 60 welatiyên bêkar jî, li vir kom dibin û li nav bazarê li kar digerin.

Karker  Mihemed Sibhî got “Em 50 yan 60 karker li vir radiwestin. kar gelekî kêm e, roja em kar jî dikin, 15 yan 20 hezaran derdixînin. Jiyan jî zehmet e, ew pereyê em derdixînin, tiştekî ji me re nake.”

Di budceya sala 2021 de ya Rêveberiya Xweser ku 2 hezar û 472 milyar lîreyên Sûrî ne, 80 miliyar lîreyên Sûrî ji bo dîtina 7 hezar derfetên kar hat veqetandin, lê ji ber xerçnekirina budceyê heya niha kesek jî nehatiye bi kar kirin.

Desteya kar daxwaz ji xelkê bêkar dike di riya lijneyan re navê xwe li cem wan tomar bikin heya wê dema ku karekî ji wan re bibînin.

Hevseroka Dsteya Kar û Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Şeha Xelef dibêje “Di hundirê her nahiyekê de lijne heye, her kesê ku bixwaze derfeta kar bi dest bixe, dikare serdana wir bike, navê xwe tomar bike. Dê li gor wî û temenê wî, derfet jê re vebe. Daxwazkiriye kar heya niha 19 hezar kesî li cem me xwe tomarkirine, yê ku di riya me re jî bûne karmend 10 hezar in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst