Hevseroka MSDê: Pêdiviya me bi hêzên Amerîkayê heye

12-08-2021
Hevseroka MSDê Amîne Omer
Hevseroka MSDê Amîne Omer
Nîşan MSD Amîne Omer Rojavayê Kurdistanê Hêzên Amerîkayê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka MSD diyar jî kir ku hê jî pêdiviya Rêveberiya Xweser bi hebûna hêzên Amerîka heye ji ber ku grûpên biçûk ên DAIŞê hê jî li ser çalakiyên xwe berdewam in, hewl didin ku xwe careke din rêk bixin û bala ciwanan bi xwe rakêşin.

Hevseroka MSD got jî şaneyên DAIŞê li navçeyên opozisyonê xwe bihêz dikin, ji ber vê yekê pêdivî bi hebûna hêzên Amerîka heye.

Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Amîne Omer beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê mayîn û vekişandina hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Amîne Omer dibêje diyar kir ku hebûna hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê bi hebûna DAIŞê ve girêdaye.

Amîne Omer da zanîn ku Amerîkayê gotiye ku hebûna wan li Sûriyê heya ku DAIŞê ji binî tine bikin û ji xwe li ser vê bingehê jî dimînin.

Herwiha Hevseroka MSDê tekez kir û got “Piştî êrişa Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê, li cihê ku Tirkiye dagirkiriye DAIŞ careke din xwe li wan bi rêxistin dike û metirsiya wê roj bi roj zêde dibe. Îro îspat hene ku DAIŞ xwe li Serê Kaniyê, Girê Spî û hemû deveran bi rêxistin dike. Li ser hebûna DAIŞê hêzên Amerîkayê ji dibêjin emê bimînin.”

Li ser hebûna hêzên Amerîkayê Emêne Omer wiha dibêje “Ji ber ku hê jî aramî çênebûye, hê jî DAIŞ heye gefên li ser heremê, em jî weke MSDê dibînin hebûna hêzên Amerîkayê baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst