12 Serokên AK Partiyê yên navçeyên Amedê îstifa kirin

12-08-2020
RÛDAW
Nîşan AK Partî Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê, li 12 qeza û bajarokan berpirsên rêxistinî yên Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partiyê dest ji kar berdan.

Serokatiya rêxistinên AK Partiyê li Amedê di daxuyaniyekê de ragihand, serokên rêxsitinên qeza û bajarokên Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Erxenî, Hêne, Hezro, Peyas, Pasûr, Licê, Farqîn û Yenîşehîrê dest ji kar berdane.

Dest ji kar berdana wan berpirsên AK Partiyê li sînorê parêzgeha Amedê li ser daxwaza Navenda Giştî ya wê partiyê bi xwe bûye.

Serokatiya rêxistinên AK Partiyê li Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ji ber nêzîkbûna dema lidarxistina kongreya bajarokan û ji bo vekirina rêya li pêşiya serokatiyên bajarokan û rêxistinên me daku bi awayekî baştir kar bikin, em spasiya serokên rêxistinên bajarokên Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Erxenî, Hêne, Hezro, Peyas, Pasûr, Licê, Farqîn û Yenîşehîrê yên Amedê dikin ku bi berpirsyarî tevgeriyane û heta vê demê xizmet kirine”.

Pêştir her 12 serokên AK Partiyê yên navçeyên Amedê bo Navenda Giştî ya AK Partiyê li Enqerê hatibûn vexwendin.

Navenda Giştî ya AK Partiyê pêştir di 24ê Tîrmeha 2020n serokên nû ji bo navçeyên Sûr, Gêl û Şankuşê diyar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst