Daketina asta ava Çemê Firatê bandorê li cotkaran dike

Kobanî (Rûdaw) - Dema ku asta ava Çemê Firatê bilind be av dighêje zeviyên welatiyan ên li derdora çem, lê di egera daketina asta avê de, pêwistî bi kelûpelên taybet û sûtemeniyê heye, bi vê yekê jî barê cotkaran giran dibe.

Jina bi navê Hemîda Hemed ku temenê wê 47 sal e, cotkar e û xwediya 300 darên sêvan e û ew dibêje, “Ava Firatê dadikeve, zehmetî çê dibe, mazot tune ye, peyda nabe. Lê dema av hebe xweş tê avdan.”

Ji hezar û 50 metre sêca av di demjimêrekê de daketiye 350 metre sêca, ava ku di Çemê Firatê de ji aliyê Tirkiyê ve tê berdan, du sêyekên behra xwe ji dest daye.

Bandora wê li karebayê jî bûye ku li bajarê Kobanî miwelîdeyên ehlî nayên dîtin, ji 24 demjimêran, 24 demjimêran karebaya niştimanî dihat dan, lê niha 18 demjimêran li navenda bajêr û 12 demjimêran li gundewarê bajêr tê dan.

Mihemed Xan Elî, Rêveberê Karebeya Kobaniyê dibêje, “Meh û nîvekê beriya niha asta avê daket, neçarbûn dest bi kêmkirina demjimêrên karebayê bikin, ji 12 bi şev li gundan tê birîn heya 12ê nîvro, lê li bajêr, ji 12 heya şêşê sibê, şeş saetan yê bajêr zêdetir ji ber rewşa xizmetguzarî, nexweşxane û firneyên nan.

Li gorî rêkeftinek navdewletî, mafê Sûriyiyê ji sedî 25 avê heye, lê Tirkiye pabendî wê rêkeftinê nabe, her çende heya niha kêmkirina berdana avê negiheştiye asteke mezin lê metirsî heye, eger hat û av hat girtin, qeyraneke din ya mirovî li deverê rû bide, bi taybet ku ava vexwarinê jî, piştî paqijkirinê, ji heman jêderî peyda dibe.