Li Kobanê ciwanekî 4 kes ji malbata xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî Kobanî welatiyekî 4 kes ji malbata xwe kuştin û piştre xwe jî kuşt.

 

Li gundê Xizênê yê ser bi Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ve ciwanekî  22 salî yê bi navê Mehmûd Îsmaîl Şêxo, 4 kes ji malbata xwe kuştin û paşê dawî li jiyana xwe anî.

 

Çavkaniyên taybet ji gundê Xizêne ji Rûdawê re ragihand, ku wî xortî bi kileşnîkofê dayika xwe ya 60 salî, 2 xwîşkên xwe yek ji wan 40 salî û keçeke xwîşka xwe ya 5 mehî kuştin û 2 zarokên din jî birîndar kirin ku temenê wan 7-8 sal in.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, kujer pirsgirêkên nefsî bi wî re çêbûne.

 

Her 5 kes li goristana wî gundî hatin veşartin û 2 zarokên birîndar li nexweşxaneyê têne dermankirin.

 

Kesê kujer ew 5 roj bûn ku leşkeriya erkê xweparastinê xilas kiribû.