Dema propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bû

12-08-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Parlamento Komîsyon Propaganda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê roja 5ê Îlona 2018ê wek yekemîn roja destpêkirina propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir. Pêvajoya propagandayê dê heta 28ê Îlonê berdewam bike.

 

Di civîna îro ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan de biryar hate dayîn, ku roja 5ê Îlona 2018ê, ji demjimêr 12.00ê şevê pêve propagandaya lîste û partiyan a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê bike.

 

Li gorî biryarê de pêvajoya propagandayê demjimêr 08:00ê sibê ya roja 28ê Îlona 2018ê jî bidawî bibe.

 

Wate Li gorî vê biryara Komîsyona Hilbijartinan dê pêvajoya propagandayê 23 roj be.

 

Hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê 111 ne. 100 kursî yên lîste û partiyên giştî ne, 5 kursî bo kotaya Tirkmen, 5 kursî ji bo Kildan, Siryan û Aşûriyan û kursiyek jî ji bo Ermenan e.

 

Biryare roja 30ê Îlona 2018ê li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê werin kiri. Dengdan dê 08.00ê sibê dest pê bike û heta 06.00ê êvarê berdewam bibe.

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê peyrewa jimare 9 a sala 2018ê ya ji bo dengdan û cihêkirin û hejmartina dengên hilbijartinê pesend kir.

 

Li gorê peyrewa dengdanê, proseya cudakirin û hejmartina dengan li navendên dengdanan bi amadebûna nûnerên partî û lîsteyan birêve biçe. Encamên destpêkê jî dê li heman navendan werin ragihandin. Herwiha komîsyon dê di nav 72 demjimêran de encamên yekemîn ên jilbijartinan eşkere bike.

 

Li gorî benda 3 ya beşa 5emîn a peyrewa hilbijartinan, bêyî razîbûna komîsyonê rê nayê dayîn ku li wêstgeh û navendan wêneyên amarên dengdanê werin girtin. Ji lewra di navendên dengdanê de bikaranîna telefonan qedexe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst