Berpirsa ENKSê: Danûstaninên MSD û Şamê ne di xizmeta doza Kurd de ne

12-08-2018
RÛDAW
Endama Sekreteriya Giştî ya ENKSê Fesla Yûsif
Endama Sekreteriya Giştî ya ENKSê Fesla Yûsif
Nîşan ENKS Fesla Yûsif Rojava MSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endama Sekreteriya Giştî ya ENKSê Fesla Yûsif derbarê hevdîtinên Encûmena Sûriyeya Demokratîkl (MSD) û hikûmeta Sûriyê de got, ku pirsa Kurd di civîna wan de nayê gutûbêjkirin, tenê behsa Sûriyeyeke demokratîk û biratiya gelan tê kirin.

 

Fesla Yûsif ji Rûdawê re got: “Danûstandinên MSDê yên li gel rejîma Sûriyê çêdibin ne di asta siyasî û dîplomasî ne. Tişta em dizanin berpirsên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê ligel wan rûdinin.”

 

Yûsif da xuyakirin, ku berpirsên MSDê bixwe jî di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku ew ne nûnerê gelê Kurd in û danûstandinên wan ên li gel Şamê jî ne ji bo doz û mafên gelê Kurd e.

 

Endama Sekreteriya Giştî ya ENKSê diyar kir: “Ew ji bo Sûriyeyeke demokratîk, mafê hemû pêkhateyan. Ew ji bo îdeolojî û sîstema xwe kar dikin.”

 

Fesla Yûsif anî ziman ku heta niha jî bi awayeke fermî hikûmeta Sûriyê ev danûstandin û civîn ranegihandiye û got: “Bi baweriya min tiştên di civînan de tên gotûbêjkirin di warê xizmetguzariyê de ne.”  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst