Galeriya wêneyan

12-08-2018
8 Photos
Rawçî Hesen

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li hev kirin, amadekariyên danîna pireke hesin li ser rêya Kerkûk û Hewlêrê dest pê kir. Biryare ev pir beriya Cejna Qurbanê ji hatinûçûnê re vebe.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Ferhad Nîmetullah ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku roja 8ê Tebaxê Hewlêr û Bexdayê li ser vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê gihiştine rêkeftinê, bi hemahengiye herdu aliyan karê çêkirina pireke hesin dest pê kirin.”

 

Pir li navçeya Pirdê ya Kerkûkê tê danîn. Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî da zanîn, ku pir ji aliyê hikûmeta Kurdistanê vet ê çêkirin hewl didin beriya Cejna Qurbanê bi temamî amade be.

 

Hewlêr û Bexdayê li hev kiribûn ku ji bo demkî pirek were avakirin paşî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li heman navçeyê pireke mezin bê çêkirin.