Parêzgariya Amedê rê neda ji bo referandumê xebata piştgiriyê were kirin

Navenda Nûçeyan – Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ji bo piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê daxwaz kir, ku 100 hezar heb belavok belav bike, lê Parêzgariya Amedê bi hinceta Rewşa Awarte rê neda.

 

Rêxistina Bajarê Amedê ya HAK-PARê, ji bo ku piştgirî bide referanduma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê, ji Parêzgariya Amedê daxwaz kir ku li wî bajarî 100 hezar heb belavok belav bike û 30 heb afîş li ser bîlboardên Amedê daliqîne. Lê Parêzgariya Amedê nivîsek şande HAK-PARê û bi hinceta Rewşa Awarte ragihand, ku "çapkirin, zêdekirin û weşandina hemû rojname, kovar, broşur, pirtûk, belavok û îlanên dîwaran qedexe ye".

 

Endamê Encumena Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Paşa Akdogan bertek li biryara Parêzgariya Amedê nîşan da û diyar kir, ev biryar ji bo rêgirtina piştgiriya referandumê hatiye dayîn.

 

Paşa Akdogan aşkere kir, ku ji bo piştgiriya xebatên referandumê çi ji destê wan were ewê bikin û got:

 

“Di 9ê Îlonê de li Amedê ji bo piştgiriya referandumê, emê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Piştre ji Amed û hin bajarên din, ber bi Hewlêrê emê çend otobêsan bişînin.  Hevalên me li Silêmaniyê û li çend bajaran ji bo piştpiriya referandumê, dê bi awayekî çalak bixebitin. Ti hêz nikare me ji piştgiriya referandumê dûr bixe.”