Galeriya wêneyan

12-08-2016
10 Photos
Hejar Jawhar

Dokan (Rûdaw) – Deryaçeya Dokan li Başûrê Kurdistanê yek ji wan deryaçeyan e ku salene hejmareke zêde ya tûrîstan bo geşt û seyran û melevaniyê serdana wê dikin.

 

Deryaçeya Dokan bi ava kombûyî ya li pişt Bendava Dokan tê gotin, ku ew bendav li ser Çemê Zê (Zab) yê Biçûk hatiye avakirin û mezintirîn deryaçeya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye.

 

Deryaçeya Dokan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ye.

 

Li gorî amara Qayimeqamiya Navçeya Dokanê, sala 2013an 3 kes ji ber melevaniya di nav ava Deryaçeya Dokan de xeniqîne, lê belê di sala 2014an de ew rêje bo 11 kesan zêde bûye. Herwiha di sala 2015an de jî sê kes di nav de xeniqîne, ku 2 ji wan bira ne.

 

Li gorî amareke Rêveberiya Polîsê Dokanê, îsal jî heta niha 3 kes di nav ava Deryaçeya Dokan de xeniqîne û jiyana xwe ji dest dane, ku yek ji wan jin û 2 kes jî zilam bûne.