XARPÊT- Jina 114 salî li hêviya destên alîkariyê ye

12-07-2024
Abdulselam Akinci
Êmoş Bîçkî \ Wêne: Rûdaw
Êmoş Bîçkî \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Xarpêt Erdheja Xarpêtê Êmoş Bîçkî Maden
A+ A-

XARPÊT (Rûdaw) - Li gundê Çeko ango Dûrmûştepe yê navçeya Madênê ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê dayîka 114 salî ya bi navê Êmoş Bîçkî hemû kar û barên xwe bi destên xwe dike.

Di erdheja 2020an a Xoxê de jiyana dayîka Êmoşê bi giştî guheriye. Lewra di wê erdhejê de ew ji mirinê filitiye lê xaniyê wê xisareke mezin dîtiye û hatiye hilweşandin.

TOKIyê jê re xaniyek çêkiriye ew xaniyê nû du kilometre ji dervayê gund e. Sebra wê li wî xaniyê wê nayê û ew her roj du kîlometre dimeşe tê li baxçê kavilên mala xwe ya berê roja xwe derbas dike û vedigere.

Niha ew ji xêrxwaz û rayedaran dixwaze li cihê kavilên wê jê re xaniyek were çêkirin û ew jiyana xwe ya mayî li wir derbas bike.

Êmoş Bîçkî 114 saliye û ew bi tena sere xwe dijî. Di vî temenî de hemû kar û barên xwe yên rojane ew bi destên xwe dike.

Mala wê di erdhejê de hilweşiya

Di erdheja 2020an a navçeya Xoxê ya Xarpêtê de jiyan Emoş Bîçkiyê serobin bûye.

Di wê erdhejê de li gundê Çekoyê 89 xaniyan xisar dîtin û hatine hilweşandin. Xaniyê Emoş Bîçkiyê jî hilweşiya.

Ji erdhejê ji mala wê tenê ev koxikek ma ye û firaq û amûrên wê jî di wê koxika biçûk û tarî  da ne.

Piştî erdhejê saziya TOKIyê 2 kîlometre ji derveyî gund jê re xaniyek nû çêkiriue û radestî wê kiriye.
Sebra û hedera Êmoş Bîçkiyê li mala nû nayê ji ber wî jî her roj bi zereqa tavê re ew ji mala xwe derdikeve du kilometre dimeşe hata tê ser baxçeyê kavilên xaniyê xwe yê berê.

Roja xwe li wir derbas dike dema tarî dikeve erdê bi giştî roja xwe derbas dike û careke din bi meşê vedigere.

Êmoş Biçkiyê da zanîn ku wê çavên xwe li vir vekiriye û ew der hêlîna wê û ya zarokên wê bûye.

Êmoş Biçkî 4 caran zewiciye û her çar hevjînê wê jî mirine. Ew ji bilî xaniyê xwe yê berê naxwaze li mala ti kesekî bimîne û namîne.

“Ez nikarim herim û werim”

Aniha ji rayedar û xêrxwazan dixwaze li şûna kavilên xaniyên wê yê berê jê re xaniyekî çêkin an jî konteynerekê daynin û ew temenê xwe yê mayî li cihê biranînên xwe yê sedsalî derbas bike.

Êmoş Biçkîyê li ser serboriya jiyana xwe wisa got:

“4 caran zewîcîme, 7 zarokên mi hene, 3 mirine 4 sax in, min gelek derd û keser dîtin. Ez nikarim herim û werim. Xweda û peyxember ji we razî be ji min ra du oda xaniyêk çêbikin”

Meriv û cîranên Êmoş Biçkîyê jî bi yek dengî bang li xêrxwazan dikin û da ku ji Êmoşê re xaniyekî çêkin û ew êşa ku dikşîne lê sivik bikin.

“Bila jê re xaniyekî çêkin”

Cîrana Êmoş Biçkîyê Filîz Armaganê jî wiha got:

“Niha dewlet alîkariyê dide herkesî. Hinek caran bîla sebeb pereyan xerc dikin, ev jin extiyar e bila alîkariyê bidin wê. Ew nikare di wan kaşan de here û were.”

Mixtarê Gundê Çeko Xalit Armagan jî wiha behsa Êmoş Bîçkiyê kir:

Ez ji vir wekî muxtar bang dikim. Înşelah dê dengê me bibihîzin û xaltiya me ya extiyar kêfxweş bikin.

Kavilên mala wê wekî hefizeya erdhejê birîndarî di cîhê xwe de û bi bêdengiyek tije êş û azar her roj temaşeyê hatin û çûna Êmoş Bîçkiyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst