Li Colemêrgê 3 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di malekê de 3 koçber hatin desteserkirin.

Li gor parêzgariya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiyê hatine agahdarkirin ku li navçeya Geverê di malekê de 3 koçber dimînin.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn û di malê de dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Di encama xebatan de 3 koçber hatin desteserkirin. Herwiha kesek bi navê Ş.O. jî bi  gumana qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin.

Hat ragihandin ku koçberên desteserkirî  piştî karûbarên îfadeyê li Rêveberiya Koç û Koçberan hatine bi cihkirin.

Li aliyê din tohmetbarê bi navê Ş.O. jî ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin.