Li Başûrê Kurdistanê di topbarana Tirkiyeyê de 2 sivîl birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera Biradostê ya îdareya serbixwe ya Soranê ya Hewlêrê di topbarana Tirkiyeyê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên ku ji Rûdawê re hatin ragihandin, Artêşa Tirkiyeyê zozanên Lolan û Binarê Çiyayê Şekiwyanê yên devera Biradostê topbaran kir.

Birêveberê Nexweşxaneya Sîdekanê Karwan Feysel li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Karwan Feysel got, “Ji me re hate ragihandin ku 2 welatî birîndar bûne û em xwe amade dikin ku wan bigihînin nexweşxaneyê û wan derman bikin.”

Herwaha Karwan Feysel diyar ku ji ber nearamiya sînor ew nikarin ambulansê bişînin herêmê û welatiyên birîndar bînin nexweşxaneyê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di topbaranê de kesek bi sivikî birîndar bûye lê birînên birîndarê din giran in.

Navê kesên ku di topbaranê de birîndar bûne ev in: Basim Mihemed Xizir û Nêçîr Hekîm Resûl.

Ev demeke Tirkiye bi tundî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran dike; Bi dehan gund hatin valakirin.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ji Rûdawê re ragihand ku ji 15ê Hezîranê heta 11ê Tîrmehê artêşa Tirkiyeyê 285 caran Herma Kurdistanê bombebaran kirine.

Li gorî CPTyê, ji ber bombebaranên dawî yên Tirkiyeyê 182 malbat koçber bûne. Herwiha Kameran Usman ragihand ku metirsiye heye 602 jî bên valakirin.

65 hezar donim zeviyên çandinyê şewitîne

Li aliyên din li gorî CPTyê, li parêzgeha Dihokê di topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê de 65 hezar donim zêviyên çandiniyê jî şewitîne.

Di 8 mehan de 8 sivîl hatine kuştin

Di 8 mehên borî de li Herêma Kurdistanê di bomberanên Tirkiyeyê de 8 sivîlan jî canê xwe ji dest daye.

Herwiha sivîlek jî birîndar bûye.

Di 33 salan de 344 sivîl hatine kuştin

Li gorî amarên CPTyê, ji 1991ê heta niha li Herêma Kurdistanê 344 sivîlan di bomberanên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye û 358 kes jî birîndar bûne.