Li Xarpêtê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qowanciyanê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,5 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Qowanciyanê ya Xarpêtê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:30an çêbûye û hêza wê 3,5 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8.35 kîlometre bûye.

Li aliyê din, di erdhejê de ti ziyayên canî çênebûn lê xofekî xost nav dilî xelkê.