Leşkerekî Tirkiyê li herêma Zap-Metînayê mir

Leşkerekî Tirkiyê li herêmêa Zap-Metînayê mir

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li devera Zap-Metînayê ya di nav axa Herêma Kurdistanê de leşkerekî wan di teqînekê de miriye.

Wezareta Parastina Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihandiye ku li devera operasyona “Pençe-Kilîdê” leşkerê wan ê bi navê Bahadir Ridvan Talay ji ber teqîna teqemeniyekê ku ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hatiye çandin miriye.

Artêşa Tirkiyeyê ji 17ê Nîsana 2022an li deverên  Zap,  Metîna, Basyan û Avaşînê yên nav axa Herêma Kurdistanê ji hewa û bejayê operasyona “Pençe-Kilîdê” dabû destpêkirin û ew operasyon hîn jî berdewam dike.

Divê were gotin bi taybet hefteyek dawî li çiyayên Gare û Metînayê yên di navbera sînorên navçeya Amêdiyê ya Dihokê de şer û pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên PKK û Artêşa Tirkiyeyê de zêde bûne.