Amed - Bi çekan êrişî 2 kafeyan hat kirin

12-07-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Êrişa Çekdarî Kafe Karga Hewş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 kafe rastî êrişa bi çekan hat.

Li gorî nûçeya Gunedogu Ekspresê, li navçeya Sûrê ya Amedê bi bombeyên deng û çekan êrişî kafeyên bi navê Karga û Hewşê hate kirin.

Herwiha di êrişan de ti kes birîndar nebû.

Li aliyê din, polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Derket holê ku beriya êrişê gef li her du kafeyan hatiye xwarin.

Beriya niha jî li Amedê êrişê şaxên Starbucks û Burger Kingê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst