Amed: 2 zarok di çem de xeniqîn

12-07-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Karaz Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karazê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê dû zarokên ku ji bo xwe hênik bikin ketibûn çem xeniqîn.

Li gorî zanyariyan, li navçeya Karazê ya Amedê, Ense Oruçê 9 salî û Mehmet Huseyîn Oruç ê 14 salî ku pismamê hev bûn, ji bo xwe hênik bikin ketin Çemê Ambarê yê li navçeyê.

Lê piştî demekê li ber ava çem çûn û ji ber çavan winda bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê çûn cihê bûyerê û ligel welatiyan ji bo dîtina herdû zarokan xebat dan destpêkirin.

Piştî demekê termên herdû zarokan ji çem hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê her du zarokan ji bo otopsoyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Karazê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst