Hewlêr: Endamekî PDKÎyê hat kuştin

12-07-2023
RÛDAW
Nîşan PDKÎ Siyamend Şaboyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyeke ji Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku cenazeyê endamekî wan li nahyeya Behirke ya Hewlêrê hatiye dîtin ku “Kuştina wî bi çek bûye û hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê û partiyê dest bi lêkolînê kirin.”

Çavkaniyeke berpirsê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) îro Çarşemê 12ê Temûza 2023an ji Rûdawê re ragihand, “Endamê me yê bi navê Siyamend Şaboyî duh li nahyeya Behirke yê Hewlêrê hat kuştin û îro cenazeyê wî hat dîtin” her wiha anî ziman, “Dezgehên me û Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolînê dikin.”

Çalakvanê mafên mirovan Erselan Yarehmedî ji Rûdawê re ragihand, “Hevalekî min ê nêzîk bû, Kek Siyamend karê hesinkariyê dike, duh Sêşemê kesekî ku otomobîleke bi plakeya başûrê Iraqê pê re bû çûye dukana wî û jê re gotiye ku were derî û pencereyan bipîve, ew jî pê re çûye û ji duh ve ne diyar bû.”

Erselan Yarehmedî her wiha got, “Îro di demjimêr 15:00an de cenazeyê Kek Siyamend Şaboyî li nêzîkî gundê Qadirawe yê li pişt nahyeya Behirkeyê hate dîtin û diyar e bi guleyeke li pişta serê wî hatiye dayîn hatiye kuştin.”

Erselan Yarehmedî diyar kir, kes an jî kesên ku ew kuştine telefona û hemû tiştên wî jî birine û got, “Îro ji têlefona wî peyamek ji min re hat ku sepaneke nû danîne û diyar e ku telefona wî jî birine û di destê wan de ye.”

Navenda Teşkîlatê ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) îro danê êvarê di daxuyaniyekê de kuştina endamê xwe weke çalakiyeke “terorîstî” bi nav kir û got, “Bi destê mirovkuj û kesên ku ji aliyê Komara Îslamî ve hatine girtin, hatiye kuştin.”

PDKÎyê her wiha anî ziman, “Siyamend Şaboyî ku ji roja Sêşemê ve ne diyar bû, piştî agahdarkirina aliyên peywendîdar û lêgerînê îro Çarşemê piştî nîvro li nahyeya Behirke ya ser bi Hewlêrê ve cenezayê wî hat dîtin.”

Roja Înê 7ê Temûza 2023an li devera Helşoyê ya herêma Pişderê 2 endamên PDKÎ yên bi navên Luqman Acî yê bi nasnavê Luqman Gergûlî û Adil Muhacir ê bi nasnav Serbaz Çawşîn hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst