Li Mihabadê teqîna tankera sotemeniyê: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Tankerek sotemeniyê li bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê teqiya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Bûyer şeva derbasbûyî li sêriyana gundê Xanegê yê ser bi bajarê Mihabadê ve çê bûye. Li gor agahiyan, teqîna tankera sotemeniyê di demekê de çê bûye, ku 2 kesan karê lehîmê li ser wê tankerê kirine ku tejî gazwaîl bûye.

Rêveberê Saziya Agirvemirandin û Xizmetguzariyên Parastinê li Mihabadê, Rehman Ehmedî ragihandiye: “Barê tankerê gazwaîl bûye û teqîn ji ber gaza ku ji sotemeniya di tankerê de kom bibû, çê bûye û bûye sedema mirina 2 kesan.”

Ehemdî got, hêj hejmara dirist a birîndaran nehatiye zanîn lê ew dê piştre hejmara hûr a birîndaran û nasnameya kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, ji raya giştî re ragihînin.

Yek ji kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye, şofêrê tankera sotemeniyê û ewê din hosteyê lehîmê bûye.