Li Wanê şerê bi çekan: 1 kuştî û 9 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şaxê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de ji ber dirûna giya şerê bi çekan çêbû û di encam de kesek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan li Taxa Sirmali ser bi navçeya Şaxê di navbera du malbatan de ji ber dirûna giya şer û pevçûn derketiye û piştre veguheriye şerê bi çekan.

Di encama pevçûnê de kesek hatiye kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

Birîndarên bûyerê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê hatine veguhestin.

Herwiha piştî midaxeleya yekem li Nexweşxaneya Şaxê, 4 kes ji birîndaran ji ber rewşa wan a giran bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hatine şandin.

Li gor agahiyan li taxê tedbîrên ewlekariyê hatine wergirtin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.