HSDê li Şedadê 3 DAIŞî girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Dijeterorê yên ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve 3 kesên alîkarên DAIŞê li bajarokê Şedadê girtin.

HSD li ser malûera xwe yê fermî ragihand ku Yekîneyên Dijeterorê yên wê, li navçeya Şedadê li başûrê parêzgeha Hesekê, 3 kes girtine ku alîkariya şaneyên veşartî yên DAIŞê dikir û hêsankarî ji wan şaneyan re peyda dikir.

Li gorî ragihandina HSDê, ew hersê kes li navçeya Ebdan a ser bi nahiyeya Şedadê hatine girtin û ew operasyon bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hate encamdan, ku hejmarek ji belgenameyan bi wan hersê kesan re hatine girtin.

HSDê da zanîn ku wan karê şaneyên veşartî hêsan dikirin û destê wan di bombekirina wesayitan û amadekirina mayînan de hebû.