Sazî û xelk ji şêwazê nûjenkirina Sûra Amedê nerazî ne

Amed (Rûdaw) – Proseya nûjenkirina taxên Sûrê berdewam e û saziyên peywendîdar jî dibêjin, xaniyên ku tên çêkirin dûr in ji mîmarî û sosyolojiya navçeyê.  Hevserokê Odeya Mîmaran ya Şaxa Amedê, dibêje, “Ji ber wî hemû tiştên hatine çêkirin bi şaşî û bi xeletî hatine çêkirin. Bi vî rengî mîmarî û sosyolojiya navçê têk dibin.”

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî bidawîhatina proseya çareseriyê di payîza 2015an de, li şeş taxên navçeyê bi destpêkirna pevçûnên xendeqan qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û operasyonan destpê kiribûn.

Li taxa Cevat Paşa, Fatîh Paşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş de di pevçûnên ku heta 9ê Adara 2016an dewam kiribûn de avahiyên dîrokî, xanî û kargeh jî, tev de 3.569 avahiyan zirar û ziyan dîtibûn.

Piştî bidawîhatina pevçûnan li nav bajar, proseya avedankirina navçê destpê kiribû, lê nûjenkirina navçê di navbera saziyên civakî, jûra mîmaran û saziyên pêwendîdar ên dewletê de bûye cihê niqaşan.

Herî dawî bi biryara şaredariya navçeyê ji bo 44 xaniyên din biryara rûxandinê hatiye dayîn û saziya mîmaran şaredarî û Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê rexne dikin û dibêjin zirarek mezin gihandine navçê û di şûna ku dikarin xaniyên şêniyên taxê temîr bikin û wan derbasî malên wan bikin, ew xaniyên kêm zirardîtî jî dirûxînin bi vî şiklî hem mîmariya navçê, hem jî sosyolojiya navçê têk dibin.

Ferît Qehreman, Hevserokê Odeya Mîmaran ya Şaxa Amedê, dibêje, “Kes naxwaze dîroka wî, çanda wî bajarê wî xira bibe. Li Sûrê bi rastî xebatek bilez hate meşandin. Ji ber wî hemû tiştên hatine çêkirin bi şaşî û bi xeletî hatine çêkirin. Pêwîst bû ku hemû saziyan û hemû xelkê bixin nav vê xebatê ku xebatek baş bimeşiya. Ji îro şûn de tiştên ku em dixwazin ew tiştên ku destên me de mane em wan biparêzin. Ji bo avedankirinê divê hemû kes û saziyan yên ku li ser van karan xebatên baş meşandine bikevin nav vê şixulê û tiştek baş û paqîj derkeve holê. Da ku ev dîroka ev çanda çawa ji ku ji hezaran sala ve hatiye parastin û gîhîştiye roja îro em jî bi destên xwe bigihînin yên pêşerojê. ”

Li gor amarên saziya nifûsê yên 2015an beriya pevçûnan nifûsê şeş taxên ku tê de operasyon hatin emcamdan, 22 hezar 323 bû û ji ber pevçûnan 30 hezar rûnişvanên navçeyê warê xwe terikandin û çûn cîhek din.

Mensûre Yildiz, Şeniya Sûrê, dibêje, “Yan bila baş çêbikin an jî bila hemûyên xira bikin ku serê milet jê rehet bibe. Kes di taxê de nemaye. Mesela hema di vê kûçê de ez tenê mame. Xelk di ber min re derbas dibin dibêjin Mensûre abla tu hê jî li vir î. Dibêjim ma ez ê bi ku de herim. Ma ez nikarim kirê bidim.”

Hesen Yildiz, Şêniyên Sûrê, dibêje, “Daxwaza me ew e ku van xaniyan ji nûve temîr bikin, çêbikin. Em jî weke merivan ji xwe re tê de rûnên û bi hizûr bijîn.”

Nejmedîn Baran, Şêniyên Sûrê, dibêje, “Ez jî ji mehleya xwe çûm lê min nikaribû kirê ya xanî bidim dîsa zivirîm hatim vir.”

Navçeya ku weke dilê Amedê tê zanîn ji heşt hezar sal beriya niha ve, ji zêdetirî 30 şaristaniyan re mazûvanî kiriye lê bi halê xwe yê niha ji sosyolojiya kevneşop dûr, rengek nû li xwe kiriye û birînên xwe pak dike.