Di ser komkujiya Geliyê Zîlan re 91 sal derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Îro di ser komkujiya Geliyê Zîlan re 91 sal derbas bûn ku têde bi hezaran jin, zarok û sivîlên Kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin komkujkirin. Geliyê Zîlanê dikeve navçeya Erdîşê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.

Di dema tevgera neteweyî ya Agiriyê de, di Tîrmeha sala 1930an da 44 gundên Geliyê Zîlan ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin şewitandin û kavilkirin. Herwiha nîştecihên sivîl ên wan gundan jî bi komî hatin kuştin.

Komkujiya Geliyê Zîlan di bin fermandariya Salih Omurtak, Fermandarê Artêşa Nehemîn a Tirkiyê ve hatiye encamdan.

Li gor şahidên bûyerê û wêneyên ku li ser komkujiyê hatine belavkirin, hêzên Tirkiyê zikên jinên ducanî qelaştin û bitikên wan derxistin, herwiha mirov bi hev girêdan û ew gullebaran kirin.

Di hejmara roja 16ê Tîrmeha 1930 ya rojnameya fermî ya dewletê ya bi navê Cumhuriyetê ya Tirkiyê de tê gotin, 15 hezar kes di bûyera Geliyê Zîlan de hatine kuştin.

Rojnameya Cumhuriyet, di hejmara xwe ya 13ê Tîrmeha (Temûz) 1930 de jî wiha nivîsiye: “Paqijkirinê destpê kir: Yên di Geliyê Zîlan de hemû hatin jinavbirin. Ji wan yek kes jî rizgar nebûye.”

Di rastiyê de haya piraniya xelkê Geliyê Zîlan ji serhildana Agirî jî nebû. Lê dewletê xwest bi vê komkujiyê peyamekê bide Kurdan.

Komkujiya Geliyê Zîlan, piştî damezrandina Komara Tirkiyê duyemîn komkujiya mezin a li hember Kurdan bû ku ya yekem sala 1921ê li Koçgirî hatibû kirin.

Herwiha nivîskarê Kurd Hesen Hişyar Serdî ku yek ji beşdarên serhildana Agiriyê bûye, derbarê komkujiya li Geliyê Zîlan de ragihandiye, 18 gundên eşîrên Ademan, Sîpkan, Zîlan û Hesenan, 47 hezar kes hatine kuştin.

Li gor lêkolînvanê Ermenî, Garo Sasunî jî 5,000 jin, zarok û kal û pîr di bûyerê de hatine kuştin.

Piştî komkujiyê, nîştecihbûnê û avakirina xaniyan li Geliyê Zîlan heta sala 1950an hat qedexekirin û di sala 1980 de jî hejmarek koçberên Efxanî û Qefqasî li vê derê hatin bicîkirin.

Li gor zanyariyên rojnameyên wê demê yên Tirkiyê, bi kêmanî 15.000 Kurd li Geliyê Zîlan hatine kuştin. Li gor zanyarî û belgenameyên Rusî jî 47.000 kes hatine kuştin.

Hikûmet û raya giştî ya cîhanê li hemberê vê komkujiya di derheqê kurdan de ti bertek nîşan nedan û ew bêdengiya civaka navdewletî li hember vê komkujiyê heta niha jî dom dike.

Çavkaniyên tirkan dibêjin komkujî di 12 û 13ê Tîrmeha 1930ê de bûye. Lê di rastiyê de komkujî ji Hezîran (Pûşper) sala 1930 destpê dike heya kewçêra 1930 didome. Qirrkirinên herî mezin di 13ê Tîrmehê 1930ê de li Geliyê Zîlanê pêk tên.

Tora Medyayî ya Rûdawê, sala bihorî raporteke taybet derbarê komkujiya Geliyê Zîlan de amade kir û weşand ku têde hejmarek şahidhalên wê komkujiyê behsa bûyeran dikin.