HESEKE - Ji ber qutkirina ava Elokê welatî li rêyên alternatîv digerin

12-07-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Li Hesekê ava paqij û şêrin bidest hinek welatiyan nakeve
Li Hesekê ava paqij û şêrin bidest hinek welatiyan nakeve
Nîşan Wêstgeha Elok Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li hinek deverên Rojavayê Kurdistanê, piştî ku artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê, heta niha zêdetir ji 7 caran, ava wêstgeha Elok li ser Heseke û derdora qutkirin, xelk li rêyên alternatîv digerin û bîrên avê vedikin.

Li taxa Salihiyê ya Hesekê, hinek welatî hewl didin li ber derê mala xwe bîrên avê vekin, çimkî her çend rojan carekê ava vexwarinê ji aliyê Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên girêdayî wê vet ê qutkirin.

Xwediyê amûra kolandina bîrên avê Nîzar Tobal dibêje: “Ji dema girtina avê ve, vê dawiyê 500 bîr hatine kolandin, her hefarak rojê bîrekê yan dû bîran dikole. Avê derdikeve carna şîrîn e û carnan jî ne şîrîn e.”

Li piraniya taxên Hesekê yek dîmen heye, bîdonên welatiyan di destê wan de ne û li avê digerin. Jêdera sereke ya ava bajêr wêstgeha Elok ku ji sala 2018an ve ketiye destê grûpên çekdar û Tirkiyê û ji wê demê ve 7 caran ava Elok li ser miliyonek û 200 hezar kes qut dibe.

Welatiyê bi navê Ebdulezîk Ezeldîb dibêje: “Hezar litre bi 5 hezaran, wek nirxê mazotê ye, milet bê av e, temwîn jî tune ye, Mîna siyaseta berê ya Hafiz Esed me birçî dikin daku ji bilî avê û vexwarinê em behsa tiştekî din nekin.”

Li Hesekê qedehek ava paqij û şêrin ji bo hinek kesan di vê havîna germ de, bûye hesret. Projeyên ku beriya niha saziya avê ya Rêveberiya Xweser diyar kiribûn heya niha negiheştine serî.

Derbarê vê yekê de Hevseroka Saziya Avê ya Rêveberiya Xweser Sozdar Ehmed jî dibêje: “Pêwistiya Hesekê rojane bi 80 hezar metir sêcar heye, lê di rojê dawî de, di rojê de 5 hezar metir sêcar nedigihişt me, duh piştî vekirin 30 hezar metir sêcar gihîşt me.”

Tankerên dagirtina avê ji otomobîlên vegughestinê jî, zêdetir hatin û çûnê dikin, bermîlek bi hezar lîreyî tê firotin, hêza ava Elok di rojên beriya şer de 120 hezar metir sêcar bû, lê niha di rojên herî bihêz de jî, nagihêje 30 hezar meter sêcar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst