RÛMALA TAYBET - Krîza avê li Rojavayê Kurdistanê

12-07-2020
RÛDAW
Krîza avê roj bi roj kûr dibe
Krîza avê roj bi roj kûr dibe
Nîşan Rojava Kurdistanê Wêstgeha Elok Heseke Rêveberiya Xweser Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî milyonek û 200 hezar kes di krîzeke kûr ya bê aviyê de dinalînin li Rojavayê Kurdistanê, bi sedema qutkirina avê ji wêstgeha Elok ku ji sala 2018an ve ketiye destê grûpên çekdar û Tirkiyê.

Ji wê dema ku Serê Kaniyê û Girê Spî ketine destê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê û heta niha zêdetir ji 7 caran, ava wêstgeha Elok li ser Heseke û derdora wê hatiye qutkirin, her carekê jî heya 10 rojan nayê berdan.

Di rûmaleke taybet de bo dema demjimêrekê, 11.00 – 12.00, pirsgirêka avê li Rojavayê Kurdistanê bi giştî û herdû bajarên Heseke û Qamişlo bi taybetî hat behskirin.

Nûçegihana Rûdawê li Heseke Vîviyan Fetah ragihand, li Heseke ava vexwarinê bûye hesreta xelkê, ji ber vê yekê  dest bi kolandina bîrên avê kirine ku heya niha zêdetir ji 500 bîrên avê hatine kolandin.

Dîmenên tankeran di nava bajar de bûye sîmayek û her bermîlek av, bi hezar lîreya Sûrî tê frotin. Nûçegihana Rûdawê got jî, li Heseke ji duh av hatiye lê li gor xişteyeke ku her roj, wê jib o çend taxên diyarkirî bê berdan.

Di derbarê rewşa bajarê Qamişlo de, nûçegihana Rûdawê Rengîn Şero ji Qamişlo ragihand, ku pirsgirêka avê li taxên siyahî, Qidûrbek û Kornîş hene, sedema wan jî li kevinbûna torên avê vedigere, û beşeke din ya kirîza avê li Qamişlo jî, ji ber wê yekê ku bajar îdî berfireh dibe û pêwîstiya bi avê zêdetir dibe.

Rengîn Şero herweha got, bikaranîna corên taybet yên dînemoyên ku avê vedizin û nahêle av bigihe malên derdora wê, bûye pirsgirêkeke mezin.

 

 

Di derbarê planên bajarê Hesekê de ji bo çareserkirina kirîza avê li wî bajarî, Hevseroka Rêveberiya Avê li Heseke Sozdar Ehmed ragihand, rast e duh av gihiştiye bajarê Heseke lê ti gerentiyek nine ku wêstgeha Elok bi berdewamî avê ji bo bajarê Heseke berde. Ehmed herweha diyar kir, di vê dema niha ez li gel we diaxivim av heye lê gerentî nine ku heya dîbeyt bi dawî dibe, av berdewam be.

 

 

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ji bajarê Heseke derbarê plana Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina kirîzê ragihand, ev siyaseteke kevin ya Tirkiyê ye û ji berê ve avê qut dike û weke kerteke fişarê li ser Rêveberiya Xsweser bikar tine, ev tawanên cengê ku Tirkiyê û grûpên çekdar dikin.

 

 

Luqman Ehmê herweha got, Tirkiyê ji ber fişarên li ser wê, avê berdide. Derbarê çareserkirina vê kirîzê, Ehmê got projeyeke rêveberiya avê û Rêveberiya xweser heye û bidawî bûye û di demeke nêzîk de wê bikeve praktîkê de.

Hevseroka Rêveberiya Avê li Heseke herweha ragihand, kolandina bîran bi dawî bûye lê ji ber girtina sînoran, alavên bikarxistina bîran hinek hatin lipaşxistin. Niha wan alavên pêwîst peyda kirine û wê di demeke nêzîk de sûdê ji wan werbigirin.

 

 

Sozdar Ehmed herweha got, ew niha li ser çend projeyên stratejî kar dikin weke kişandina avê ji Çemê Dicle ku demeke dirêj pêwîste, herweha ew niha kar li ser projeyekê dikin ji bo dagirtina bendava Rojhilat ji ava Xabûrê ku projeyeke wan ya stratejîk e.

Di derbarê siyaseta avê ya Tirkiyê û helwêsta wê de, nûçegihanê Rûdawê ji Enqere Şewket Herkî ragihand, Tirkiyê gazinan ji Sûriyê û Iraqê dike, ku ji ber nebûna jêrxaneyeke baş, rêjeyeke zêde ya avê bi hedir diçe û çavkaniyên avê bi başî bikar nayênin.

 

 

Şîrovekarê Stratejî Hesen Mesûd Onder ji Enqere tekezî li ser heman helwêst û axeftina nûçegihanê Rûdawê kir û got, siyaseta Tirkiyê ew e ku av bi awayekî dadperwerane bê dabeşkirin û aşkere jî kir, ew ne di wê baweriyê de ye ku Tirkiyê siyaseta tînîbûnê bikar bîne.

Onder daxwaz jî kir ku hersê welatên Tirkiyê, Iraq û Sûriyê komîteyeke teknîkî ya hevbeş ava bikin ji bo ku ev pirsgirêk bêne çareserkirin.

Ji aliyekî din ve, şîrovekarê siyasî Taleb Zifa ji Şamê ragihand ku Tirkiyê pabendî rêkeftinên xwe yên li gel Sûriyê li ser avê nebûye.

 

 

Di derbarê yasayên navdewletî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li ser ava çeman, berpirsê ofîsa  Rûdawê li New Yorkê ragihand, di dema 5 salan de, 150 rêkeftinên serkeftî di derbarê avê de di navbera welatan de hatine imzekirin, ji ber vê yekê Neteweyên Yekgirtî pirsên weha ji bo welatên peywendîdar bi xwe dihêle lê ev yek nayê wateya ku yasayeke navdewletî tune ye, di derbarê derya û ziryanan de, yasayên navdewletî aşkere û zelal in lê derbarê ava çeman de, heya niha nakokî hene.

 

 

Neteweyên yekgirtî av kiriye bi maf bo her mirovekî û heya wê redeyê ku diyar kiriye bo her kesekî, rojane 20 litre av pêwîst e û av kiriye mafekî rewa bo her mirovekî.

Derbarê pirsgirêkên weke ya ava çemê Feratê, lê çareser jî hene, ew jî bi rêya rêkeftinên sê alî di navbera hersê welatên peywendîdar Tirkiyê, Iraq û Sûriyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst