Ji ber qedexeyan ajeldar nikarin biçin zozanên Dêrsimê

12-07-2019
RÛDAW
Ji destpêka vê mehê ve li 30 deverên Dêrsimê qedexe hatiye ragihandin
Ji destpêka vê mehê ve li 30 deverên Dêrsimê qedexe hatiye ragihandin
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê Ajeldar Zozanên Dêrsimê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gel bilindbûna pileyên germayê, ajeldarên parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê berê xwe didin zozanan, lê qedexekirin û rênedan bo bikaranîna beşekî zêde ya zozan û çêrgehên sirûştî yên vê navçeyê, zerar gihandiye ajeldarên vê navçeyê.

 

Zozanên Karagolê ketine sînorê bajarokê Pilemûr yê Dêrsimê ne. Qedexekirin û rênedan bo bikaranîna beşekî zêde ya zozan û çêrgehên suruştî yên vê navçeyê, zerar gihandiye ajelên vê navçeyê.

 

Xelkê Dêrsimê daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê li berpirsên navçeya xwe dikin, û dixwazin di demek zû de ev rewş asayî bibe, daku bikaribin karên xwe bikin, û asta berhemên xwe jî zêde bikin.

 

Beşekî zêde ya xelka Dêrsimê debara jiyana wan bi rêya çandiniyê û ajeldariyê tê peydakirin.

 

Ji destpêka vê mehê ve 30 navçeyên Dêrsimê wek navçeyên emnî yê taybet hatin destnîşankirin, û bo 15 rojan qedexeya çûn û hatinê li wan deveran hatiye ragihandin.

 

Herçiqas sederma biryarê bo rewşa emnî ya navçeyê vedigere, lê wek xelk bi xwe dibêjin, ew zerardîtiyên serekî yên vê rewşê ne, ji ber ew nikarin di jîngeheke aram û asayî de kar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst