Trên ket nav garanê: 20 dewar mirar bûn

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Qamuşan a Qersa Bakurê Kurdistanê trêna rêwiyan li garana dewaran da û di qezayê da 20 dewar mirar bûn.


Trêna Dogu Ekspresê ya ku di navbera Qers-Enqerê de li Tunela Aşitê ku bi qasî 15 liêometreyan ji navçeyê dûr e, li dewaran da.




Di encama qezayê de 20 serî dewar mirar bûn.


Tîmên  Rêyên Hesin ê Dewleta Komara Tirkiyê (TCDD) çûn cihê bûyerê û dewarên mirar bûbûn ji tunelê derxistin.




Derbarê qexayê de xwediyê garana dewaran Mucahît Reçber wiha got: "Dewarên min li nêzî rêya trênê diçêriyan û ji ber zêde germê reviyane û ketine hûndirê tûnelê. Gavan ji ber ku nikariye dewaran kontrol bike ew bi qasî 50 metreyî ber bi hundirê tunelê ve çûne.”




Herwiha derbarê bûyerê de cendermeyan jî dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin.