Sekreterê El-Partî: Hem Şam û hem Kurd jibo danûstandinê amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê El-Partî eşkere kir, ku heta niha ti danûstandin di navbera hikûmeta Sûriyê û hêz û aliyê Kurdî de nehatiye kirin, lê belê got, ku hem ew û hem jî Şam ji bo danûstandinê amade ne.

 

Di daxuyniyeke taybet de, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, El-Partî, Nesredîn Ibrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ew bi çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê re ne.

 

Nesredîn Ibrahîm balkişand ser vê yekê, ku divê çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re bihê dîtin û divê pirsa Kurdî jî cihê xwe di nav wê çareseriyê de bigire.

 

Nesredîn Ibrahîm got: “Em bi çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê re ne, herwiha em bi çareseriya siyasî ya jibo doza Kurdî re ne. Her du aliyan, hem hikûmeta Sûriyê û hem jî hêz û aliyên Kurdî niyet û heza xwe ji diyalogê re nîşan dan û gotin, ku em ji gotûbêjê û danûstandinê re amade ne. Lê li gorî agahiyên li cem me hene, heta niha jî ti rûniştinên fermî û yên nefermî jî, min nebihîstiye ku çêbibin, lê her du aliyan xwe amade kirine û amadebûna xwe nîşan dane. Bi rastî em amade ne, ku gotûbêj û danûstandin çêbibe û çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Kurd re li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê çêbibe.”

 

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, El-Partî, herwiha amaje bi rewşa herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir û got, ku “piştî dagîrkeriya Tirkiyê, Efrîn di rewşeke gelekî dijwar re derbas dibe û mal û mulkên xelk tên talankirin û zulm li kurdan tê kirin.”

 

Nesredîn Ibrahîm ev yek jî anî ziman, ku wan têkildarî rewşa Efrînê û jib o nehêlana wê zulm û zordariya li ser xelkê herêmê û bi dawî kirina bûyerên kuştin û girtinê û dizî û talaniya ji aliyê çekdaran ve, gelek hewl dane.

 

Bi gotina Nesredîn Ibrahîm, wan jibo rewşa Efrînê dengê xwe gihandiye Neteweyên Yekgirtî, Hevpeymaniya Navdewletî û çend saziyên din ên navdewletî, daku hewl bidin xelkê Efrînê ji vê rewşa dijwar rizgar bikin.

 

Herêma Efrînê roja 18ê Adara îsal piştî êrişeke berfireh ku ji 20 çileya îsal ve dest pê kiribû, kete bin kontrola hêzên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê.