Charles Tannock: Kurd hêjayê dewleta serbixwe ne

12-07-2017
RÛDAW
Charles Tannock
Charles Tannock
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock Referandûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenter û Berdevkê Komîsyona Karûbarên Derve yê Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock got, ti kes di wê baweriyê de nîne, ku kurd hêjayê dewleta serbixwe nebin.

 

Roja Sêşemê 11-07-2017, Parlamenter û Berdevkê Komîsyona Karûbarên Derve yê Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock, li gel şanda Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.  

 

Tannock beşdarî bernameya Rûdawa îro ya televîzyona Rûdawê bû û got: “Hêvîdar im, ku welatên Ewropayê piştgirî nedin serxwebûna Kurdistanê jî herî kêm bê alî bin. Ez wesa nabînim, ku ti dewletên Yekîtiya Ewropayê li dijî hizra serxwebûna Kurdistanê bin. Kes nabêje kurd ne hêjayê dewleta serbixwe ne. Bi taybetî jî di vê demê de, ku ji bo têkbirina DAIŞê karekî pir baş kirine.”

 

“Kurdistan dikare bibe dewletekî aram û pêşkeftî”

 

Charles Tannock di berdewama axaftina xwe de li ser nêrînên ku dibêjin, “ne dema referandûmê ye” wiha got:

 

“Hinek dibêjin dem ji bo referandûmê ne guncayî ye. Ji wan re baş e, ku kurd di warê federalism an jî konfederalîzmê de derfeteke din bidin Bexdayê û herwiha bidin Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da ku xeletiyên xwe sererast bike. Lê hikûmeta Iraqê li dijî serxwebûna kurdan e. Çimkî dizane Kurdistan ji aliyê petrol û çavkaniyên xwe ve çend giring e.”

 

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê diyar kir, ku eger Kurdistan bi awayeke baş kerta petrol û enerjiyê, herwiha kertên çandinî û geştiyariyê pêş bixe, dikare bibe dewletekî aram û pêşkeftî.

 

“Dostên kurdan pir in”

 

Tannock derbarê astengiyên pêşiya dewleta serbixwe de jî da xuyakirin: “Di rewşa dewleta serbixwe de dibe astengî li pêşiya kurdan derbikeve. Li kêleka vê yekê de li Parlamentoya Ewropayê, li Amerîkayê û Kongresa Amerîkayê hevrêyên wan ên baş hene. Pêşmerge azatî û lehengiyeke mezin kiriye.”

 

Berdevkê Komîsyona Karûbarên Derve yê Parlamentoya Ewropayê eşkere kir, ku Serok Barzanî di dema civînan de bersivên baş dane pirsên karbidestên Ewropayê û got: “Li hember siyaseta Iraqê bersivên baş ên Barzanî hebûn. Edayeke bi hêz û baş pêşkeş kir. Ew kesekî xwedan şiyan û serkirdeyekî kêrhatî ye. Şandeke mezin alîkariya wî dike, ku di nava wan de parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî heye.

 

Parlamenterê brîtanî yê Parlamentoya Ewropayê got: “Di roja referandûmê de eger encam erê be, yekemîn kes ez dibim, ku piştevanê wan bim. Ez dê bêjim derfetê bidin bila kurd serbixwe bin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst