HEWLÊR - Ji ber kêmbûna avê 5 şûştingehên otomobîlan hatin girtin

12-07-2017
RÛDAW
Ji bo daxistina qeyrana kêmbûna avê
Ji bo daxistina qeyrana kêmbûna avê
Nîşan Hewlêr av kêmbûn şûştingeh otomobîl girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber kêmbûna avê li bajarê Hewlêrê şûştingehên otomobîlan ku bi sîstema nû kar nakin û gelek av heder dikin têne girtin. Heta niha 5 şûştingeh hatin girtin.

 

Li gor biryara Qaymiqamiya Hewlêrê divê şûştingeh ji bo şûştina otomobîlan, avê kêm bi kar bînin û şûştingehên ku pir zêde av bi kar tînin divê werin girtin.

 

Ji ber zêdebûna pileya germahiyê û kêmbûna ava li bin erdê, li gelek deverên Herêma Kurdistanê pirsgirêka kêmbûna avê derketiye holê. Bi taybetî jî li taxên derdora Hewlêrê.

 

Qaymiqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo her otomobîlekê 300 lître av diçe. Eger her şûştingeh rojane 100 otomobîl bişo, ew ava ku bi kar tînin, têra sedan malan dike. Loma girtina wan şûştingehan, ji bo daxistina qeyrana kêmbûna avê ye.”

 

Li Hewlêrê rojane 450 hezar metre çargoşe pêwîstiya bi avê heye. Ji ber kêmbûna elektrîkê û hişkbûna li nav bîran, tenê 350 hezar metre çargoşe av tê derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst