Elîko bo De Mistura: Daxuyaniya te neheqî li ENKSê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Şanda Dijbereya Sûriyê bo Danûstandinên Cinêvê Fuad Elîko rexne li daxuyaniya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura girt û diyar kir: “Nîşandana tenê aliyekî weke nûnerê kurdan, li ENKSê neheqî ye.”

 

Fuad Elîko ji Rûdawê re ragihand, wî di civîna roja çarşemê de ji Staffan de Mistura re diyar kiriye: “Daxuyaniya we ya du roj berê ya ji rojnameyeke Rûsyayê re, di derbarê nûnertiya kurdan de em matmayî hiştin. Ji daxuyaniyê wisa hate fêmkirin ku mebesta we Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) e û ew tenê nûnertiya kurdan dikin. Ev jî tê wê wateyê ku hûn Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku bi we re ye û beşeke bingehîn a dijbereya Sûriyê ye, paşguh dikin.”

 

Herwiha Elîko diyar kir, ji Staffan de Mistura re aşkere kiriye ku nîşandana tenê aliyekî weke nûnerê kurdan, li dijî ENKSê ku ji sala 2014an ve di hemû tûrên Cinêvê de bi awayekî çalak beşdar dibe, neheqî ye.

 

Staffan de Mistura jî li ser berteka Fuad Elîko aşkere kiriye: “Ev mijar gelek giring e û min hêvî dikir ku hin rexne bikin. Birastî rojnameya Sputnik a Rûsyayê ji min pirsî û min jî fêm kir ku daxuyanî dê ji aliyê ve bi şaşî were fêmkirin. Îro min ji rojnameya Şerqul Ewsetê re daxuyanî da û min têde mebesta daxuyaniya din aşkere kir û min qala hemû kurdan kir.”