Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihandin û diyar kirin: “Bi vê hêviya ku referandum bibe derwazeyek bo serxwebûna gelê Kurdistanê û gihîştin bi xewata dîrokî ya wan, ku rûbareke xwîn û qurbanî û deredeserî jê re hatiye pêşkêşkirin.”
Encumena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê îro çarşembî 12ê Tîrmeha 2017ê civiya û piştî civîna xwe daxuyaniyeke nivîslî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê di civîna xwe de derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de gotûbêj kiriye.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di civînê de endamên Encumena Navendî ya Yekîtiya Zanayan hev nêrîn û yekdeng bûn ji bo piştevanî û piştgiriya li referanduma Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê weke dozeke netewî û niştimanî, bi vê hêviya ku bibe derwazeyek ji bo serxwebûna gelê Kurdistanê û gihîştina bi xewna dîrokî ya wan, ku rûbareke xwîn û qurbanî û deredeserî jê re hatiye pêşkêşkirin.”
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê herwiha referandum weke mafekî rewa yê olî û netewî û niştimanî û mirovî bi nav kiriye û dibêje: “Ji bo ku gel azad bin xwe azadane biryar li çarenivîsa xwe bidin, bi vê hêviyê ku em bikarin li gel gelên Iraqê û cîranên xwe bi birayanetir û bi aştiyane pêkve bijîn.”
Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê yên Kurdistanê ji bo ku proseya referandumê bi awayekî serkevtî birêve biçe, “daxwaz ji partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin, ku li hev hatineke siyasî û civakî û niştimanî saz bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekê, berjewendiya bilind a gelê me li pêşiya hemû berjewendiyên partayetî û taybetî de danin, û bi rihê lêbihorînê (tolerance) û tifaqê reftarê li gel hev bikin, her destberdarbûnek di vê dema hesas de lûtkeya şerefmendî û serbilindiyê ye, dîrok weke tanceke zêrîn ji wan re dinivîse û gelê Kurdistanê jî pêzanînek zêdetir jê re hebe.”
Herwiha Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku astengên têkildar bi hikûmetê nehêle, bi taybet awirekî cidî li jiyan û rewşa debera xelkê bidin û tekez dike: “Bi rastî xelk di wan çend salan de gelek li ser xwe bûn li ser sîstema paşekewtkirina mûçeyê, ku bi tevahî ji wê rewşê westiyane. Em hêvîdarin ku başkirina rewşa debara xelkê bikin yekemîn mizgîniya serxwebûna Kurdistanê.”
Biryar e di roja 25ê Îlona 2017ê de referandum bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê birêve biçe.
Di du rojên bihorî de jî şandek ji Encumena Bilind a Referandumê bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Brukselê kiriye. Barzanî û şanda pê re li Brukselê bi çendîn berpirsên hikûmeta Belcîkayê û herwiha Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin pêk anîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse