Artêşa Tirkiyê topan davêje Başûr

Hewlêr (Rûdaw) – Topbarana Artêşa Tirkiyê ya li ser sînorên Başûrê Kurdistanê berdewam dike.

 

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê Silêman Elîxan ragihand ku ji ber hêceta hebûna kampên PKKê, ev salek e topxaneyên Artêşa Tirkiyê bi berdewamî navçeyên sînorê parêzgeha Duhokê topbaran dikin.

 

Elîxan da zanîn ku bi taybet di werzê havînê de xelkê navçeyên sînor zirarek mezin ji topbaranê dibînin û li gor amarên ne fermî jî, tenê îsal li navçeya Kanîmasî ya ser bi Duhokê 100 donim erdê çandî yê welatiyan şewitiye.

 

Artêşa Tirkiyê piştî têkçûna Pêvajoya Aştiyê, ji Tîrmeha 2015ê ve ji ber hebûna kampên PKKê, navçeyên sînorê Başûr û Bakûrê Kurdistanê bi top û firokeyan bombebaran dike.