PDK-Î: Ji sedî 70ê civaka Kurd li pey doza me tên

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Hesen Şerefî daxwaz ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir ku di salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de Komara Îslamî ya Îranê şermezar bikin, dernekevin kolanan, neçin kar û dikanên xwe venekin.

 

Hesen Şerefî beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya radyo-televizyona Rûdawê bû û derbarê rojevê de axivî. Şerîfî li ser xwesteka partiya wan ku ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê dixwaze bikevin grevê û got:

 

 “Gelek caran ev yek hatiye ceribandin, her care jî xelk li pey vê daxwaziya me hatiye. Îsal jî ji salên borî ne cudatir e. Roja 13ê Tîrmehê, ku salvegera terorkirina Dr. Abdurehman Qasimlo ye, ji bo şermezarkirina terora Îranê û wefadariya ji bo rêbaza Qasimlo, ev liv û nerazîbûn dê were nîşandan.”

 

Hesen Şerefî diyar kir ku taybetmendiyek vê sale heye ku wek partî biryara berferehkirina xebatê dane û got ku “dê bajar jî dengê xwe bilind bikin û tevlî dengê çiyayan bibin.”

 

Şerefî wiha axivî:

 

 “Heger milletek xebatekê bike, dê berdêlan jî bide. Ji aliyê din ve, Komara Îslamî ya Îranê jî baş dizane ka bandora Partiya Demokrata Kurdistana Îranê di nava gelê Kurd de çend e.”

 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê daxwaz ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir ku “tirsa li hember dewleta Îranê di dilê xwe de bişkînin û bi her awayî, siyasî, çandî û aborî, dengê nerazîbûna xwe bilind bikin.”

 

Şerefî destnîşan kir ku ew piştrast in ji sedî 70ê civaka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li pey doza wan tê û bi  nerazîbûna xwe jî nîşan didin ku ew ji “terora dewletê” bêzar in.  

 

Şerefî dubare daxwaz ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir ku di salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de Komara Îslamî ya Îranê şermezar bikin, dernekevin kolanan, neçin kar û dikanên xwe venekin.

 

Şerefî diyar kir ku heger nerazîbûn bi girseyî bin, hingî dewlet jî nikare hemû kesan bigre û rûbirûyê girseya gel bibe.