Navenda Nûçeyan – HPGê vîdyoya kuştina leşkerekî Tirkiyê bi çeka qenas belav kir.
Hêzên Parastina Gel (HPG) pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku roja 2ê Tîrmeh a 2016an gerîllayan êrişek li dijî Qereqola Milika ya girêdayî navçeya Pasûr a Amedê pêk anîne.
Di daxuyaniya HPGê de hatibû gotin, ku leşkerekî Tirkiyê di êrişê de hatiye kuştin, lê belê Serfermandariya Artêşa Tirkiyê jî gotibû, ku di êrişê de ti zirar negihîştiye leşkeran.
Medyayên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve îro dîmenên vîdyoyî yên êrişa 2ê Tîrmehê li Pasûrê belav kirin, ku tê de tê nîşandan, ku leşkerek bi çeka qenas a gerîllayên HPGê tê kuştin û dikeve xwarê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse