Felah Mistefa mercên Kurdistanê bo danûstandin ligel Bexdayê eşkere kirin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah mistefa ragihand ku Kurd dê bi merc gotûbêjan ligel Iraqê bike û “Divê Bexda li rewşa nû têbigihe.”

 

Piştî kontrolkirina kêlgehên petrolê li sînorê Mexmûr û Kerkûkê ji aliyên Hêzên Pêşmerge ve, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah mistefa got ku “Divê Bexda li rewşa niha ya ku Iraq tê de dijîe, têbighe.”

 

Felah Mistefa diyar kir ku, serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê ji destpêka vê salê ve dest bi birrîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê kiriye “Lewma em jî neçarin karê xwe bikin bo peydakirina mûçeya xelkê Kurdistanê.”

 

Derbarê egera danûstandinan ligel Bexadyê, Felah Mistefa aşkere kir ku “Kurd tenê bi merc dikare danûstandinan ligel Bexadyê bike, ew merc jî dayîna wan deynan e ku ji budceya Herêma Kurdistanê hatine birrîn, herwiha ew ên ku peywendiyên wan bi petrolê ve hene.”

 

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand jî ku “Bi ti awayekî Kurd neamadeye biçe rewşa Iraqê berî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve.”