Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê şaredariya Rihayê û Serokê berê yê Partiya HEPyê Ferîdun Yazar, di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Ferîdun Yazar 12ê Hezîrana 2016an ji ber nexweşiya pençeşêra pişikê li Nexweşxaneya Guvenê ya Enqereyê canê xwe ji dest da.

Ferîdun Yazar îro bi beşdariya malbata wî û keça wî ya Hevseroka Şaredariya Serêkaniyê Rahşan Yazar, Serokê Şaxa DEM Partiyê ya Rihayê Bekir Karakeçîlî, Hevşaredarên Hewagê Îsmail Aygul û Aygul Kapikayaliyê û berpirsên DEM Partî, DBPyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li gundê Ordeka Biçûk ê Rihayê hat bibîranîn.

Rahşan Yazar li ser gora bavê xwe got:

“Meşa di vê rêyê de şanazî ye. Ji bo min şanazî ye ku ez hevserokê şaredariya DEM Partiyê me ku partiyeke kevneşopiya HEPyê ya bavê min damezrênerê wê ye. Em hewl didin hêjayî wan bin.”

Ferîdun Yazar kî ye?

Ferîdun Yazar nevîyê Hecî Ebbasê Kejî ye.

Ew di sala 1944an de li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Sala 1971an ji ber doza DDKOyê li Amedê ket zindanê.

Sala 1977an bû serokê Şaredarîya Rihayê.

Di dema şaredariyê de rûbirûyê êrişeke çekdarî bû û ji wê êrişê bi birîndarî rizgar bû.

12ê Îlona 1980yê ji kar hat dûrxistin û dîsa hat girtin û du salan di Zindana Amedê de ma.

Sala 1988an li Rihayê bû serokê SHPyê lê paşê ji ber ku SHPyê parlamenterên Kurd ji nav xwe avêtin, ji wê partiyê îstifa kir.

Sala 1992yan bû damezrêner û Serokê Giştî yê Partiya Kedê ya Gel (HEP).

Sala 1998an bi hinceta “Yasaya Terorê” careke din hat girtin û demekê di girtîgehê de ma.

Siyasetmedarê Kurd Ferîdun Yazar 12ê Hezîrana 2016an ji ber nexweşiya pençeşêra pişikê li Nexweşxaneya Guvenê ya Enqereyê canê xwe ji dest da û li gundê Ordeka Biçûk ê Rihayê bi axê hat spartin.