Li Sêwazê qeza: 2 zarok mirin û 4 kes birîndar bûn

12-06-2024
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest da û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Otomobîla ku Y.A. (20) diajot, li ser rêya Sêwaz-Erzinganê nêzîkî gundê Zimakê qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di qezaya trafîkê de li gel Y.A. yê ajokar, N.A. (32), B.A. (12), M.A.A. (7), S.E.A. (2) û M.A. (30) birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kamîlavayê.

Lê M.A.A. tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.

Herwiha S.E.Ayê ku ji wê derê sewqî Nexweşxaneya Numuneyê ya Sêwasê hatî kirin jî nehat rizgarkirin.

Hat ragihandin ku rewşa birîndarên mayî jî xeter e.

Ji aliyekî din ve dema qezayê ji aliyê kamereyeke çavdêriyê ya malekê ve hat tomarkirin.

Di dîmenê de xuya dike ku otomobîl teqleyan diavêje û diqulibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst