Doza Tahîr Elçî: Dadgehê ceza neda polîsên gumanbar

12-06-2024
Abdulselam Akinci
Nîşan Tahîr Elçi Doz Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di rûniştana biryarê ya doza kuştina Tahîr Elçî de 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da.

Dadgehê li ser 3 polîsên ku wekî gumanbarên kuştina Tahîr Elçî dihatin darizandin, bi daxwaza dozger û pejirandina dadgehê biryara beraetê da.

Li aliyê din, dosyeya gumanbarê bi navê Ugur Yakişir ku wekî endamê PKKyê tê binavkirin, bi kuştina Tahîr Elçî û du polîsan dihat darizandin hat cezarkirin.

Lê Ugur Yakişir bê serûşûn e û nayê zanîn li kû derê ye.

Berî ku dadgeh biryara xwe eşkere bike parêzerên doza kuştina Tahîr Elçî û şandeyên ji welatên biyanî, serokên 32 baroyan, şandeya CHPyê, serok û nûnerên HDP, DBP û DEM Partiyê berî ku dadgeh biryara xwe eşkere bike wekî protestokirinê salona rûniştinê terikand û bi çepikan biryara dadgehê û proseya dadgehkirinê protesto kirin.

Piştî rûniştinê beşdarên dozê ji dadgehê heta Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê meşiyan û wan paşê daxuyanî da.

Serokê Yekîtîya Bbroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan got:

“Me dizanibû ku egera ku dadgeh biryareke hiqûqî bide nîne. Rûniştina îro jî nîşaneya wî yeke bû.

Ji ber wê me nexwest em wan zêde meşrû bikin loma jî em ji salonê derketin.

Serokê wê demê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî 2015an dema li pêşiya Mînareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî dida hatibû kuştin.

Pêvajoya dozê 2020ab dest pê kir

Pêvajoya dîtina doza kuştina wî sala 2020an dest pê kiribû.

Ji doza kuştina Tahir Elçî 3 polîs û kesek bi navê Ugur Yakişir ku wekî endamê PKK tê binav kirin 4 kes dihatin darizandin.

Dozgerê dozê jî di mutalaaya xwe de ji bo 3 polîsên gumanbar daxwaza bereatê kiribû.

Dadgehê daxwaza dozger pêk anî û her sê polîs bereat kirin.

“Hemû delîlên vî dozê hatin reşkirin”

Parêzerê Doza Tahir Elçî Orhan Kemal Cengîz got:

“Hemû delîlên vê dozê hatin reşkirin. Bi awayê sîstematîk hatin reşkirin.

Bi ti awayî delil nehatin komkirin. Min îro li salona dadgehê jî got, dozger ti delîlek kom nekiriye lê ji ber nebûna delîlan daxwaza bereata gumanbaran kir.

Ev tiştekî gelekî tirsnak e.”

“Li cihê qetilkirina Tahîr Elçî keşif nehatiye kirin”

Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî got:

“Li cihê qetilkirina Tahîr Elçî keşfek jî nehatiye kirin.

Bûyer bi çi hawî çêbû, bi çi hawî qewimî, kî li kû derê bû? Divê ev bihatina keşifkirin lê nekirine.

Ji ber wê jî dadgehê heta îro gavek neavêtiye ku em jî bejin,em bawer bikin ku dadgehê îro edaletê pêk bîne.”

Piştî terikandina salona rûniştinê girseya parêzer û beşdaran ji ber dadgeha Amedê heta ber Mîneraya Çar Ling meşîyan û bi dirûşmeyan li hemberî pêvajoya dadgehkirinê nerazîbûn nîşan dan.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî got:

“Serokê baroya bajarê herî mezin ê Kurdistanê yê Amedê  ji ber çi hat kuştin?

Ji ber bangewaziya aştiyê hatiye kuştin. Ev tenê bi sere xwe ji bo kiryarên vê qetilkirinê derkevin holê bes e lê dernakeve holê.

Çima dernakeve? Ji ber ku kiriyar bi xwe siyasî ye. Ji ber vê yeke jî encax bi têkoşîneke siyasî ev derkeve holê.”

Parlementera CHPyê Trabzonê Sîbel Suîçmezê jî got:

“Li vî welatî di weşana zindî de di nava rojê de bi me kuştina serokê baroya bajarekî dan temaşekirin.

Lê bila kes ne li bende be ku em dê bibin temaşevanê veya. Em dê wekî parlementerên CHPyê û wekî CHPyê ji bo zelalbûnê vê bûyerê bişopînin.”

“Dosyeya Tahir Elçî dê bê ceza nemîne”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî got:

“Pêvajoya  kuştina Tahir Elçî dema li stenbolê ji bo wî biryara desteserkirinê hat dayîn dest pê kir.

Yanî vê pêvajo bi wî pêvajoya tarî ya desteserkirina wî dest pê kir.

Niha jî dixwazin vê pêvajoyê dîsa bi biryareke tarî ya dadweriyê bigirin.

Lê ez carek din dubare bikim, dosyeya Tahir Elçî dê bê ceza nemîne.”

Ji ber gumanbarê bi navê Ugur Yakişir firar e û 3 polîsên gumanbar ên ku serbest dihatin darizandin bereatkirin di halê heyî de ji dozê kesek girtî nîne.

Ji îro pê vê li dadgeha îstînafê dê li hemberî biryara dadgeha Amedê pêvajoya îtîrazê dest pê bike û pêvajoya doza Tahîr Elçî dê bi wî rengî bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst