Li Wanê 7 kes hatin desteserkirin

12-06-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artemêtê ya parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê 7 kes hatin desteserkiri.

Li gorî agahiyan îro li navçeya Artemêtê polîsan bi ser malan de girt.

Piştî bi ser girtina malan de bi sedemeke nehatiye diyarkirin 7 kes hatin desteserkirin û di nav wan de kesên temenê wan jêr 18 saliyê jî hene.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonên bi hincetên PKKyê berdewam dikin û hinek alîgir, endam û rêveberên DEM Partiyê jî tên girtin û cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst