Li Dihokê êrişa çekdarî: 4 kes birîndar bûn

12-06-2024
RÛDAW
Li Dihokê êrişa çekdarî
Li Dihokê êrişa çekdarî
Nîşan Dihok Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî Pira Şoreşê ya Dihokê kesekî bi çekê êrişî xelkê kir û ji ber wê êrişê 4 kes birîndar bûn.

Yek ji birîndaran zarokek e û temenê wî 11 sal e.

Nûçegîhanê Rûdawê Huner Reşîd da zanîn ku li nava bazara Dihokê li nêzîkî Pira Şoreşê kesekî gule bi ser xelkê de reşand.

Li gorî zanyariyên Huner Reşîd 2 polîs, zilamek û zarokekî 11 salî birîndar bûne.

Şahidên bûyerê jî ji Rûdawê re eşkere kir ku êrişkar ji otomobîla xwe derketiye û gule bi ser xelkê de reşandine.

Sedema êrişê nayê zanîn

Huner Reşîd bi berpirsên Nexweşxaneyê Dihokê re axiviye û li gorî zanyariyên wan, birîna yek ji birîndaran giran e.

Berpirsên nexweşxaneyê da zanîn ku rewşa birîndarên din baş e û gule li piyên wan û kulêmekên wan ketine.

  • Navên birîndaran wiha ye:
  • Şivan Celal 36 salî ye û polîs e
  • Serkewt Hacî 39 salî ye û polîs e
  • Yusif Sidîq 20 salî ye
  • Mihemed Rezwan 11 salî ye

 Gelek kes li ber nexweşxaneya Nexweşxaneya Dihokê kom bûne.

Heta niha sedema êrişê nayê zanîn û li gorî zanyariyên Huner Reşîd êrişkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst