Saziyên Sivîl ên Amedê: Êrişkirina ser koma dansê nayê qebûlkirin

12-06-2024
Abdulselam Akinci
Nûnerên sazî û rêxistinên Amedê, bi daxuyaniyekê êrişa li endamên koma SwîndAmedê şermezar kir / Wêne: Rûdaw
Nûnerên sazî û rêxistinên Amedê, bi daxuyaniyekê êrişa li endamên koma SwîndAmedê şermezar kir / Wêne: Rûdaw
Nîşan SwîndAmed Amed Çalakiya Dansê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Nûneriyên saziyên sivîl ên Amedê ragihand ku êrişa li endamên koma SwingAmedê hatiye kirin nayê qebûlkirin.

Dozgeriya Amedê lêpirsîn li ser êrişkaran da destpêkirin

9ê mehê li Parka Temayê ya Amedê komekê êrişî endamên SwîngAmedê kiribû.

Endamên koma dansê li hemberî êrişkaran gilî tomar kir û dozgeriya Amedê jî dest bi lêpirsînê kir.

Dema endamên koma SwingAmedê, dansa xwe dikirin, komekê ew bi “bêexlaqiyê” tomatbar kiribû bi tekbîran êrişî wan kiribû.

Ji ber wê êrişê gelek endamên koma dansê birîndar bibûn.

Nûnerên sazî û rêxistinên Amedê, bi daxuyaniyekê êrişa li endamên koma SwîndAmedê şermezar kir.

Nûnerên saziyan sivîl amaje bi wê yekê dikin ku ev êriş li hemberî çanda bihevrejiyan û şêweyê jiyana mirovan hatiye kirin û nabe dûbare bibe.

“Em van êrişan qebûl nakin”

Endama Platforma Parastin û Hevgirtina Amedê Elîf Turanê li ser êrişê ji Rûdawê re got:

“Em vê êrişa li dijî jiyana bi hev re pêk hatiye qebûl nakin. Me di demen borî de êşa van êrişan û êrişên bi vî rengî gelekî dîtiye.

Ji bo careke din bûyerên bi vî rengî pêk neyên em bangî hemû pêkhateyên civakê dikin ku bi berpirsiyarî tevbigerin û li hemberî êrişên bi vî rengî helwesta xwe nîşan bidin.”

Endamên SwîngAmedê li ser êrişa li Dadgeha Amedê gilî tomar kir û dozgeriya Amedê jî lêpirsîn da destpêkirin.

Piştî ku dîmenên wê pevçûnê li ser torên civakî jî belavbûn gelek kesayet û saziyên cuda jî bi rêya torên civakî midaxeleya li koma dansê wek bêtehemulî û midaxeleya li jiyana taybet a xelkê bi nav kir û nerazîbûn nîşan da.

“Hevalên me birîndar bûn”

Parêzera SwînAmedê Gozde Engînê jî li ser êrişê wiha got:

“Li vîr tişta esasî midaxeleya li dijî terza jiyanê ye.

Ev midaxele li hemberî terza jiyana hemû welatiyên vî bajarî bûn.

Hevalên me serê xwe û ji cihên cuda yên bedena xwe bi awayekî cidî birîndar bûne.”

Li gorî zanyariyên parêzerên SwîngAmedê lêpirsîn didome û ew jî yek bi yek diçin îfadeya xwe didin dozgerê Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst