Mêşvanên Xîzanê dixwazin hingivê wan bibe hingivê herî baş ê cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xîzanê ya parêzgeha Bedlîs a Bakurê Kurdistanê ve hingivê herî baş ê cîhanê tê berhem anîn. Gelek mêşvan ji navçeyên din mêşhingivên xwe tînin û li vê navçeyê xwedî dikin.

Li çiya û zozanên navçeya Xîzanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve hingivekî ku ji aliyê kalîteyê ve gelekî baş e tê berhemanîn. Mêşvan ji gelek navçeyan berê xwe didin vir û mêşên xwe di nav van gul û kulîlkan de xwedî dikin.

Li Bedlîsê 130 hezar kewarên mêşên hingiv hene ku ji % 40 wan kewarên reş in. Mêşvan dibêjin ew bi ti şêweyî şekir û madeyên din ên ne xwezayî nadin mêşên xwe û Hingivê Xîzanê bûye markayeke cîhanî.

Mêşvan Haşim Rahman anî ziman, “Ji ber zozanên Hîzanê em Bitlîsê hildibijêrin. Bi curên gul û kulîlkan gelek dewlemen de. Ava wê zêde ye. Gelek giyayên wek catre, nefel kulîlkên din yên bo zêdebûn û kuwalîteya hingiv başin hene û bo wê em Hîzan û Bedlîsê hildibijêrin. Her çendî zivistanê em diçin Mêrsînê lê havînê em tên vir.”

Hingivê Xîzanê heta niha du caran li cîhanê xelat wergirtiye; carek xelata yekem û carekê jî xelata duyemiyê. Mêşvan xwe amade dikin îsal jî beşdarî pêşbirka hilgiv ya ku biryare li Birîtan bê lidarxistin bibin û dîsan bibin xwediyê serkeftineke mezin û hingivê wan xelatan wergire.

Mêşvan Faysal Gulmak got, “Em mehekê li vir dimînin û piştre emê biçin zozana cihên bilind tir. Ku 2,500 heta 2,700 metreyan ji asta deryayê bilindtirin. Ev kar wek dixwiyê ne karek hêsan e, karê mêşvanên gerok zehmet e. Niha em mêşên ku parçedibin di kewarên nû de bicî dikin û bi izna Xudê emê 15-20ê Hezîranê biçin cihên bilind tir.”

Li gor agahiyên Yekîtiya Mêşvanên Bedlîsê; par li vê parêzgehê 1800 ton hingiv berhem hatibû. Îsal ji ber baran baş barî û gul û kulîlk zêde ne armanca mêşvanan ewe îsal rêjeyekê bigihînin 2 hezar tonê.