Li Duhokê bûyera teqekirinê: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Nizarkê ya Duhokê îro danê sibehê di encama bûyereke teqekirinê de kesekî 40 salî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Nûçegihanê Rûdawê Nasir Elî ragihand, îro Duşemê 12ê Hezîrana 2023an di demjimêr 05:30an de li taxa Nizarkê ya navenda bajarê Duhokê, di encama teqekirinê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Cîgirê Rêveberê Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê Dr. Mistefa Muftî ji Rûdawê re ji Rûdawê re ragihand, 2 kes ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin ku yek ji wan gule li serê wî ketiye û canê xwe ji dest daye, yê din jî ji lingê xwe birîndar bûye, piştî dermankirinê rewşa wî baştir bûye.

Rêveberiya Polîsê Duhokê jî di daxuyaniyekê de ragihand, her du kes ji aliyê pismamê xwe ve hatine gulebarankirin û êrîşkar ji cihê bûyerê reviyaye.

Polîsê Duhokê ji bo girtina êrîşkar dest bi lêkolînê kiriye.

Li gorî ragihandina Rêveberiya Polîsê Duhokê nasnameya kesê ku hatiye kuştin Şakir Hamîd Husên ê 40 salî ye.