Li kolanên Mêrdînê kesek tazî geriya

12-06-2022
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qoser Tazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoser a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê kesekî ku tazî dimeşiya, ji aliyê welatiyekî ve hat derbkirin. Welatiyan piştre kesê tazî radestî polîsan kir.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê îro bûyereke balkêş rû da. Li Kolana Nexweşxaneya Kevin, kesekî bi navê A.O. bi tazî derket derve.

Hat îddîakirin ku kesê tazî derketiye kolanê rapora wî tenduristiyê heye ku nîşan dide derûniya wî ne aram e. Dîsa li gor îdiayan A.O. parêzer bûye.

A.O yê ku li kolanê tazî digeriya, dîmenên wî ji aliyê gelek welatiyan ve bi kamerayan hat tomarkirin. Hate zanîn ku A.O ku li ber dikanekê ji aliyê welatiyekî ve hat derbkirin, ew radestî tîmên polîsan ên ku li çûna cihê  bûyerê kirin.

Li Tirkiyê di van demên dawîn de hejmara kesên ku xwe tazî dikin û li kolanan digerin zêde bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst