Zekeriya Huserî: 122 cihên şûnwarî li Efrînê hatine talankirin

12-06-2022
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Talankirina şûnwarên Efrînê berdewam e
Talankirina şûnwarên Efrînê berdewam e
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Talankirin Şûnwar Zekeriya Huserî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolîner û pisporê şûnwaran Zekeriya Huserî ragihand ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 122 cihên şûnwarî hatine talankirin.

Li Efrînê, piştî dagîrkirina wê di sala 2018 de ji aliyê Tirkiyê ve û bi cîkirina çekdaran li wê derê, bi berdewamî ew çekdar şûnwarên dîrokî talan dikin û ji xwe re dibin li bazaran difroşin.

Platforma Rojnamevanên Sûrî yên Bênav li ser wan talankirinan raportek belav kir.

Di raportê de tê gotin ku lêgerîn li şûnwarên Efrînê berdewam dike, li ser rêya Nebî Horî, li nêzîkî Şanoya Romanî, girên axê têne dîtin, ew jî îşareta wê yekê ye ku li wê derê kesne hene erdê dikolin û li perçeyên dîrokî digerin.

Di wê raportê de kesekî ku navê wî yê nehênî Kemal e dibje, kesek newêre ji wan re bêje ji bo çi hûn erdê dikolin, ji ber ku li piştra wan çekdar hene, û kesên ku li şûnwaran digerin jî bi grûpên çekdar re şerîk in.

Cihên ku hatine kolandin, Dêr Siwan li nahiya Şeran, Cindêris gelek deverên wan her du cihan hatine wêrankirin. 

Di raportê de Îbû Îsmaîl jî axifiye, ew jî navê wê yê nehênî ye, ew jî erdê dikole û li perçyên dîrokî digere, dibêje li Efrînê gelek şûnwarên dîrokî yên buha hene, wan di dema kolandên de gelek zêr, pereyên hesin, heykelên dîrokî dîtine, ev 5 sal in wî cîhazekî lêgerînê ji xwe re kiriye û ji Idlibê çûye Efrînê, bi piştgiriya çekdaran li perçeyên dîrokî digere.

Têkildarî vê mijarê de Lêkolîner û pisporê şûnwaran Zekeriya Huserî ku bixwe jî xelkê Efrînê ye beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê talankirinên li Efrînê agahiyên nû dan.

Zekeriya Huserî got: “Bê guman gelek şûnwaran hatine talankirin, lê yen me karine belge bikin 122 cihên şûnwarî hatine talakirin û têkbirin. Ew perçeyên ku karîne rakin bibin bazarên cîhanî bifiroşên ew birine û yên ku nekarîne bibin jî kolandina û têk birine.”

Huserî diyar kir ku piraniya lêkolînvanên cîhanî herêma Efînê weke herêmeke şûnwarî dibînin û got: “Şikefta Duderî ya 350 hezar sal berî zayînê destdirêjî lê hate kirin. Girê Cindirêsê jî ku dîroka wê vedigere 12 hezar sal berî zaniyê, we jî hate xirakirin û niha weke navendeke serbazî tê bikaranîn û dîwar lê hatine kirin. Pişre eger men behsa Nebî Horî bikin ku dîroka wê jî vedigere 3 hezar berî zayînê ew jî hatiye kolandin û têkbirin û heya ku ew du tabûtên ku li wê derên bû ew jî hatine dizîn. Qubeya minerayê jî hate guhertin. Ev tawanên li dijî nasnameya Efrîn û Kurdî ne.”

Huserî herwiha da zanîn ku niha piraniyan li Tirkiyê ne û hejmarek jî ji bo bazarên Ewropayê hatine birin.

Lêkolîner û pisporê şûnwaran ê Kurd herwiha tekez kir ku ew binpêkarî û talankirinên li Efrînê rû didin bi sistematîk tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst