Îbrahîm Şêxo: Til Rifet di destê hikûmeta Sûriyê de ye

12-06-2022
Hisên Omer
Artêşa Sûriyê hêzên zêdetir dişîne Til Rifetê
Artêşa Sûriyê hêzên zêdetir dişîne Til Rifetê
Nîşan Til Rifet Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Sûriye Îbrahîm Şêxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn Ibrahîm Şêxo ragihand ku hêza ku bajarokl Til Rifet îdare dike hikûmeta Sûriyê ye û hikûmetê hêzeke zêde bi çekên giran şande wî bajarokî û derdora wê.

Hêzên artyêşa Sûriyê ji bo navçeyên li jêr gefên Tirkiyê bi encamdana operasyoneke nû li bakurê Sûriyê hêzên xwe zêde kirine.

Ji navçeya Şehbayê ya bakurê Helebê, Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got ku Til Rifet niha di warê serbazî û îdarî de di destê Hikûmeta Sûriyê de ye û artêşa Sûriyê hem di warê eskerî de, hem jî di warê îdarî de Til Rifet ku beşekî sereke ye ji Şeheba birêve dibe.

Di dema beşdarbûna xwe di bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê de, Şêxo got Til Rifet û derdora wê bi rastî di warê serbazî û îdarî de jî di destê hikûmeta Sûriyê de ne.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo dibêje: “Herêma Şehba û Til Rifet û herêmên derdora wê piraniya niştecihên wan Ereb in û rêjeya Kurdan kêm e. Ew herêm di bin kontrola hikûmeta Sûriyê û hêzên wê de ye. Li Til Rifetê tişteke bale me bikêşîne bibêje li wê derê Kurd sereke ne nîne.”

Şêxo got jî, ji berê ti al û sembolên hêzên Kurdî li navçeyê nînin û ev yek bi rêkeftin bûye.

Rojnamevanê Kurd Elî Newmir jî ji heman bernameya radioya Rûdawê re got, Rûsya dê rê nede Tirkiyê ku navçeyeke din ji Sûriyê dagîr bike.

Lê çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê tekez dikin ku Artêşa Niştimanî amadekariyên xwe yên operasyonê temam kirine û sektor şer li ser grûpan hatine dabeşkirin. Li gorî heman çavkaniyan, Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê li bendî fermana destpêkirina operasyonê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst